PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Sûriyê kampeke koçberan li Idlibê bombebaran kiriye û herî kêm 6 kes hatine kuştin.
Herwiha medya fermî ya rejîma Sûriyê jî li ser êrîşa ser Idlibê daye xuyakirin ku artêşa Sûriye û Rûsyayê bi balafiran pêgehên Desteya Tehrîr el-Şam bombebaran kirine.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, artêşa Sûriyê 30 moşek avêtine navçeyên desthilata opozisyonê ku di nav de Kampa Meram a li Idlibê jî hebûye û ji bilî kuştina 6 kesan 15 kes jî hatine birîndarkirin ku di nav kuştiyan de du zarok û jinek hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin