PeyamaKurd - Kesayetê diyar ê bajarê Çemçemalê Ebdula Kwêxa Mubarek, ji ber bi hewara pirsgirêka ava Çemçemalê de çûye û hewla çareserkirinê dide spasiya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Ebdula Kwêxa Mubarek ku demek berê beşdarî nav rêzên PDKê bûye, li ser rûpela xwe ya facebookê hevpeyvîneke wezîrê şaredarî û geştûguzarê yê Kurdistanê belav kir, ku tê de behsa destpêkirina hewldanên hikûmetê yên çareserkirina pirsgirêka ava Çemçemalê dike.
Ebdula Kwêxa Mubarek ligel wê vîdyoyê got: “Spasî û pêzanînên zêde ji bo bi hewarê de çûn û hewldanên dilsozî yên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên derbarê çareserkirina pirsgirêka kêmaviya Çemçemalê de.”
Mubarek herwiha spasiya hemû aliyên pêwendîdar ên nav hikûmetê jî kir ku xemxwar û alîkar bûne di vê mijarê de.
Li gorî zanyariyan boriyeke mezin ji ava bajarokê Dukanê ve ji bo Çemçemalê hatiye kişandin, lê ji aliyê kesên serdest û ser bi partiya desthilatê ya deverê ve borî wek zêdegaviyekê gelek cihên wê av lê tê wergirtin û gelek cihên wê bi awayekî neyasayî hatiye kunkirin, ji ber wê jî ava pêwîst nagehe hemwelatiyên Çemçemalê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin