PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîma danîna kevirê bingehîn ê komek projeyên stratejîk ên kompaniyaya Toyotayê li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.
Axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
"Mêvanên hêja û birêz, hûn gelek bi xêr hatin. Ez spasiya amadebûna we ya birêz dikim û gelek dilxweş im ku îro bi hev re ligel we me ji bo danîna kevirê bingehîn ê çend projeyên giring ên kompaniyaya Toyota Iraqê, ku bêguman dê bandoreke mezin li ser vejandina aboriya navçeyê hebe.
Ez spasiya birêz Kak Serdar Bêbanî, Serokê Kompaniyayên 'Sardar Group' û Toyota Iraqê dikim ji bo wan karên hêja yên ku di warê veberhênan, pîşesazî, bazirganî û niha jî geştyariyê de dike.
Danîn û avakirina van cure projeyan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê, dê rê li ber afirandina derfetên kar bo ciwanên me veke.
Bêguman li Kurdistanê enerjiyeke mezin a ciwanan heye ku bikaribin di kerta taybet de kar bikin û şiyanên xwe pêş bixin.
Her wiha bi avakirina van projeyan, şarezayî û ezmûneke nû jî tê Herêma Kurdistanê ku ciwanên me dikarin sûdê jê werbigirin.
Herwiha ez spasiya welatê Japonyayê dikim ji bo piştgirî û piştevaniya wan ji bo bicihanîna van cure projeyan ku bêguman bandoreke wan a mezin heye.
Şiyan û zanîna wan karî bibe alîkar, da ku em jî sûdê jê werbigirin û ev cure projeyên hanê li Herêma Kurdistanê bên bicihanîn.
Bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve ew bû ku derfetên kar bo ciwanên me biafirîne û em girîngiyeke zêdetir bidin kerta taybet, da ku kerta taybet bibe alîkar di vejandina aboriyê de li hemû beşan li Herêma Kurdistanê.
Bêguman 'Sardar Group' û Toyota Iraq beşeke giring û sereke ne di piştgirîkirina projeyên hikûmetê de ji bo biserxistina vê plansaziyê.
Avakirina 'Hewlêr Motor City' beşeke din a van projeyan e ku ji aliyê geştyariyê ve dikare bi hezaran kesan bîne Herêma Kurdistanê.
Ji bilî ku rê li ber ciwanên me xweş dike, ji bo wan kesên ku dilxwazên ajotina otomobîlan in û dixwazin bi rengekî pîşeyî vê yekê bikin jî ev derfet tê afirandin.
Hêvîdar im ew birêzên ku tên û li vir sûdê ji vê beşê werdigirin, girîngiyê bidin pîvanên parastin û ewlehiyê da ku xwe ji her rûdaneke nexwestî biparêzin.
Me bi welatên dost re gelek hewl daye ku ji aliyê pîşesaziyê ve alîkariya me bikin di anîna beşek ji karên wan de bo vir, yan handan û piştgirîkirina karnameya hikûmetê di pêşxistina pîşesaziyê de li Herêma Kurdistanê; bi wê yekê ku beşek ji kompaniyayên wan di warê pêkvegirêdana parçeyan, montajkirina parçeyan an jî montaja otomobîlan û karên bi vî rengî de li vir alîkariya me bikin.
Pêşxistina beşa pîşesaziyê dê bandoreke mezin li ser afirandina derfetên kar bike ji bo gelek ji wan ciwanên ku niha dixwazin di warên cuda de bixebitin. Em spasiya hemû wan welatan dikin û em ê di handana wan de berdewam bin, daku di biserxistina vê fikrê de alîkariya me bikin.
Ji aliyekî din ve, Kurdistan ji aliyê jeopolîtîk ve xwedî pêgeheke stratejîk e di bihevgirêdana çendîn bazarên mezin ên Rojhilata Navîn de; ji aliyekî Tirkiye, ji aliyekî Îran û ji aliyekî din ve jî welatên erebî.
Kurdistan ketiye navenda van bazarên mezin ku dikare bibe alîkar di pêşxistin û bihevgirêdana aboriya van welatan de, û heta nêzîkkirina gelên herêmê ji bo hev.
Kurdistan dikare vê rola girîng bilîze û heta niha jî ev rol lîstiye.
Ez destxweşiyê li kompaniyaya Toyota Iraqê dikim ji bo vî karê bêhempa yê ku dikin, û spasiya wan dikim ji bo veberhênan û karên wan ên li pey hev ku di xizmeta Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê de pêk tînin.
Li vir ez bi derfet dizanim ku behsa mijareke din jî bikim.
Wek ku hûn dizanin, îro dema dawî ya erka hêzên hevpeymanan a li dijî DAIŞê ye ku ji bo alîkariya Iraqê hatibûn, û îro erkê van hêzan bi dawî dibe.
Ji vir ve ez dixwazim li ser navê xelkê Kurdistanê spasiya hemû hevpeymanan, Amerîka, hemû welatên Ewropî û hemû hevalpeymanan bikim ku di rûbirûbûna DAIŞê de, di têkbirina DAIŞê de, û di baştirkirina şiyanên Hêza Pêşmerge de alîkariya me kirin.
Parastina Herêma Kurdistanê û parastina hemû Iraqê erkeke pîroz bû ku wan tê de alîkariya me kir, û em ji vir ve spasiya wan dikin.
Her wiha pêzanîna me ji bo hemû qurbaniyên wan, ji bo hemû ked û westiyana wan, û ji bo hemû wê piştgiriya ku di salên borî de pêşkêşî me kirine heye.
Bêguman ew hevkarî, piştgirî û piştevaniya wan ji bîra me naçe. Careke din jî li ser navê we hemûyan ez spasiya wan hêzên hevpeyman dikim.
Bidawîhatina erkê hêzên hevpeymaniyê nayê wateya bidawîhatina pêwendiyên bi van dostên me re, belkî şêwazê pêwendiyan derbasî qadeke din dibe û bi rengekî din pêk tê.
Çi ji aliyê aborî ve, çi ji aliyê çandî û siyasî ve, û çi ji aliyê ewlehî û leşkerî ve, pêwendiyên Iraqê yên bi Amerîka, welatên Ewropî û hêzên hevpeyman re dê bi awayekî din berdewam bin; ku Herêma Kurdistanê jî wekî beşeke çalak û bibandor di hikûmeta Iraqê de, dikare beşdarî pêşxistina van cure pêwendiyan bibe.
Dibe ku gelek ji dijmin û neyaran wisa hizir bikin ku bidawîanîna erkê hevpeymanan, metirsiyeke zêdetir dixe ser Herêma Kurdistanê.
Bêguman hê jî metirsiya terorê maye, ne wisa ye em bibêjin ti metirsî yan kêşeyeke ewlehiyê nemaye; lê em we piştrast dikin ku hem şiyanên hêzên Iraqê niha ji yên berê baştir in, hem jî Hêza Pêşmerge hêzeke xurt û amade ye bo rûbirûbûna her cure êrîş an metirsiyekê ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bibe.
Ji ber vê yekê, ez careke din we piştrast dikim ku hêzên me amade ne bo rûbirûbûna her êrîş an her metirsiyekê ku xwedê neke berê xwe bide ser herêma me û ser Iraqê jî.
Gelî birêzan, ji bilî mijara ewlehiyê û wan astengiyên ku rûbirûyî me bûne, çendîn kêşe û zehmetiyên me yên din jî hene; ku yek ji wan kêşeya aborî ye, bi taybetî piştî wan şer û pevçûnên li herêmê ku bi awayekî neyînî bandor li ser aboriya Iraqê kiriye.
Pêwîst e em li vir bi hemû awayî alîkariya hev bikin û em ê hemû hewla xwe bidin; li Herêma Kurdistanê û ligel hikûmeta federal jî em ê hemû şiyanên xwe bixin tevgerê da ku em bikaribin rûbirûyî wan kêşeyan jî bibin û ew qeyran û rewşa nexwestî ya ku niha em tê re derbas dibin, bi vîna xwedê werin çareserkirin.
Em li Herêma Kurdistanê çi ji destê me were, em ê di piştgirîkirina hikûmeta federal de berdewam bin. Li hember vê, em li benda wê yekê ne ku hikûmeta federal jî rabe ser erkê xwe di bicihanîna destûrê, dadperweriyê û alîkarîkirina hemû beşên Iraqê de bi rengekî wekhev.
Em ê di hevkariya bi hev re de berdewam bin.
Çi dikeve ser milê me li Herêma Kurdistanê, em ê ligel hêzên din ên siyasî yên Kurdistanê jî berdewam bin û em bang li wan dikin ku ew jî rabin ser erkê xwe yê niştimanî û berpirsiyariya ku dikeve ser milê wan bi cih bînin; gavên lezgîntir bavêjin, da ku parlamentoya me were çalakkirin; çunkî çalakkirina parlamentoyê gava yekem e bo pêkanîna hikûmetê ku gelek gelek dereng maye.
Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku partiyên siyasî zêdetir li ser berjewendiya niştimanî ya gelê Kurdistanê bifikirin, ne li ser berjewendiyên berteng ên partîtî û kesane.
Em amade ne, ji roja yekem ve jî em amade bûn. Niha jî em daxwaz dikin ku hemû hêzên siyasî, bi taybetî ew aliyên ku karîne dengên welatiyan bi dest bixin û baweriya xelkê bi wan heye, niha li hember wî xelkî berpirsiyariya xwe nîşan bidin û werin li parlamentoyê erkê xwe pêk bînin û parlamentoyê çalak bikin.
Gelek erkên me yên din mane ku pêwîstiya wan bi hevkarî û hevahengiya navbera hikûmet û parlamentoyê heye, di derxistina yasayan, asankirina karûbaran, alîkarîkirina zêdetir a xelkê û baştirkirina kar û xizmetguzariyan bo Herêma Kurdistanê de.
Careke din em bang li wan dikin ku di pêkanîna hikûmetê de lezê bikin; em her dem amade bûn û niha jî hê bêtir amade ne.
Careke din ez spasiya amadebûna we hemûyan dikim û destxweşiyê li Kak Serdar, li Toyota Iraq û li hemû wan kesên birêz dikim ku bi van projeyan ve ked dane. Hêvîdar im hûn her tim serkeftî bin û serkeftina we berdewam be, Kurdistana me jî her ava be. Gelek gelek spas."