Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dostanî û piştevaniya Graham ji bîr nake

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dostanî û piştevaniya Graham ji bîr nake

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya senatorê Amerîkayê Lindsey Graham peyameke sersaxiyê belav kir û got, gelê Kurdistanê her tim dostanî û piştgiriya berdewam a Graham bi bîr tîne.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Bi xem û kovaneka mezin ve min nûçeya koça dawiyê ya senator Lindsey Graham bihîst. Ez ji dil sersaxiyê li binemala wî, ezîzên wî û serokatî û endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê dikim.

Gelê Kurdistanê her tim dostanî û piştgiriya berdewam a Graham bi bîr tîne."