PeyamaKurd – Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) li ser bûyera doh 18ê Gulanê ku ciwanekî penaber hewl da xwe li ber Nivîsgeha NY ya Hewlêrê xwe bişewitîne daxuyanî da..
Bûyer li ber avahiya NY rû dabû ku hin medyayan bi kamereyan bêyî ku bibin asteng ji wî ciwanî re li bendê mabûn agir berde canê xwe ku ev jî rastî bertekên tund hatibû.
Nivîsgeha NY daxuyaniya xwe de got, “Em şok bûn. Em gelekî xemgîn in.”
Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê Behzad Mahmudî ku Îranê cezayê îdamê li ser sepandiye bi sedema ku NY lê xwedîtî nekiriye, doh li ber çavê medyakaran bi benzînê agir berdabû xwe û birîndar bûbû. Ev helwesta beşek ji medyakarên Kurdistanê rastî bertekan hatibû ku karê wan kiribû ne rojnamevanî bû, mebest xirab nîşandana hikûmeta Kurdistanê bû.
UNAMIyê di daxuyaniya xwe de, xemgîniya xwe aniye ziman û hêviya tenduristiyê bo wî ciwanê Kurdê Rojhilat xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin