Koşka Spî li ser Lûtkeya Çînê daxuyanî da: Wê Trump, Pûtîn û Xi bicivin

Koşka Spî li ser Lûtkeya Çînê daxuyanî da: Wê Trump, Pûtîn û Xi bicivin

PeyamaKurd - Koşka Spî ragihand ku Serokê DYAê Donald Trump dê di civîna hefteya bê ya li Çînê de, li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Çînê Xi Jinping, mijara kêmkirina çekên atomî bîne ziman.

Berdevka Koşka Spî Olivia Wales diyar kir ku ev civîna sêqolî dê roja Pêncşema bê di çarçoveya Korbenda Hevkariya Aborî ya Asya û Okyanûsa Hêmin (APEC) de li bajarê Shenzhen ê Çînê bê lidarxistin.

Ev destpêşxeriya Washingtonê li Pekînê bûye cihê nîgeraniyê, ku Çîn hewl dide lûtke li ser bazirganî û aboriyê bisekine û beriya niha gotûbêjên atomî bi DYA û Rûsyayê re red kiribûn.

Berpirsekî bilind ê Amerîkî da zanîn ku ew di vê civînê de li bendê nînin ku ti rêkeftineke dawî bê îmzekirin, lê belê ev gaveke destpêkî ye da ku Çîn jî beşdarî danûstandinên stratejîk bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îsal Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk a Nû di navbera Washington û Moskowê de bi dawî bûbû.