Rapora TRAC: DAISê di mehekê de zêdetirî 100 êrîs pêk anîn

Rapora TRAC: DAISê di mehekê de zêdetirî 100 êrîs pêk anîn

PeyamaKurd – Li gorî rapora Yekîtiya Lêkolîn û Analîzên Terorê (TRAC), di meha Tebaxa 2020an de şaneyên DAIŞê li seranserê Iraqê zêdetirî 100 êrîş pêk anîne ku ev rêjeya êrîşan ji sedî 25 ji meha Tîrmehê zêdetir e. Herwiha DAIŞ li Sûriyê jî êrîşên xwe berdewam dike ku hefteya borî 4 endamên hêzên Kurd li ser sînorê Iraq-Sûriyê qetil kiribûn.

Di rapora TRACê hatiye eşkerekirin ku êrîşên DAIŞê herî zêde li herêmên berî niha ji komên tundrew hatibûn rizgarkirin pêk hatine ku têkçûna DAIŞê berî 3 salan li wan herêman hatibû ragihandin.

Rapor dibêje, li Sûriyeya cîrana Iraqê, li bajarê Reqayê ku navenda xîlafeta wê bû jî komên alîgirên DAIŞê êrîşên xwe yên kujer didomînin.

Yekşema borî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên DAIŞê li nêzî herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê, 4 şervanên wê şehîd xistine.

Piştî êrîşê bi rojekê DAIŞê berpirsyariya êrîşa li El-Tuwayman a nêzî sînorê Iraqê girte ser xwe.

Hîn jî rêxistin li çolistana Sûriyê ku ji gundewarên rojhilatê Humisê heta sînorê Iraqê dirêj dike, heye û li dijî hêzên hikumetê êrîşan pêk tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin