Coronavîrûs û vexuyaniyên wê çi ne û mirov çawa xwe jê biparêze?

Coronavîrûs û vexuyaniyên wê çi ne û mirov çawa xwe jê biparêze?

PeyamaKurd - Dr. Erdal Sîpan yek ji wan kesan e ku bi kurdî xizmetê dide nexweşan û demek berê pirtûkek bi navê ‘Alîkarîya Destpêkê’ weşandiye, derbarê koronavîrûsê de agahiyên girîng dide. Dr. Sîpan dibejê: “CORONAVÎRÛS: 2019 nCoV - Coronavîrûs malbateke mezin a vîrûsan e” û destnîşan dike ku, “Gava di genetîka wan de mutasyon çêbûn ji sewalan derbasî merivan dibin.”

Coronovirûs çi ye û rêjeye nexweşan çend e?

-Di laşê sewalên wekî şevşevok, beraz, pişîk, kûçik, mar û hwd. de dibin sedema nexweşiyê.

-Gava di genetîka wan de mutasyon çêbûn ji sewalan derbasî merivan dibin.

-Di sala 2003’an de SARS-CoV li Çînê derket.Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Ji pişîkan derbasî merivan bibû.

-Di sala 2012’an de li Erebîstana Suudê bi navê MERS-CoV derket. Ji hêştiran derbasî merivan bibû. Rêje ji sedî 35 bû.

- 2019 nCoV li Çînê li Wuhanê derket. Rêje ji sedî 3-4 e.

Vexuyaniyên zekemê (sermagirtin) tên dîtin

-Av ji pozê nexweş tê, qirik û serî diêşin, nexweş dikuxe û laş disincire.

-Hinek kesan de bêtaqetî, emel û xesara gurçikan jî derdikeve holê.

-Carinan nexweş rihet bêhna xwe nade û nastîne.

-Vîrûs carinan dibe sedema zatûre û bronşîtê.

-Piştî ku nexweş kuxiya û bêhnijî ev vîrûs derdikeve derve û wekî dilopan di hewayê de asê dimîne

-Bi bêhngirtinê derbasî merivên din dibe.

-Bi temasê jî dibe ku ev vîrûs bê girtin

-Vîrûs ji devê merivan û ji pozê merivan re dikeve bedenê, derbasî qirik û pişikan dibe û laş digere.

Hîn tedawiyeke xweser tune mixabin

-Nexweşî wekî zekemê tê tedawîkirin.

-Heke agirê laş zêde be tê daxistin.

-Agir gava daneket û nexweşî giran bû divê ji coronavîrûsê bikevin şikê û herin nexweşxanê.

-Nexweşiyeke vîral e antîbîyotîk bi kêr nayê. Divê neyê bikaranîn.

Xweparastina ji 2019 nCoV`ê

-Divê destên xwe yên neşûştî li çavên xwe,li pozên xwe û li devê xwe nexin.

-Beriya xwarinê gere dest bi sabûnê bên şûştin û ji kesên nexweş dûr bê sekinîn.

-Nexweş divê dernekeve derve li malê rûnê û gava kuxiya devê xwe bigre.

-Parza (aşı) tune.


Nûçeyên Peywendîdar

Bijîşkekî taylandî: Me dermanên HIVê û şewbê tevlihev kirin û nexweşekî koronavîrusê baş kir

Zanyarên frensî ji bo dermanê virûsa koronayê dem diyar kirin

Ji Çînê biryareke tund bo corona vîrusê: Wê bên şewitandin!

Hejmara kesên ku ji ber Koronavîrûsê can dane her diçe zêdetir dibe

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin