Minbic | Terorîstekî DAISê ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê hat girtin

Minbic | Terorîstekî DAISê ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê hat girtin

PeyamaKurd Terorîstekî DAIŞê ji aliyê Yekîneyên Antî Teror a Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat girtin û hejmarek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasona Yekîneyên Antî Terorê li dijî terorîstekî DAIŞê, daxuyaniyek belav kir.

Li gor di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Yekîneyên Antî Teror a Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn,
operasyonek li dijî endamekî şaneyeke çekdarên DAIŞê pêk anîn. Navê çekdar, Ehmed Hesen ji gundê Medne Mezin a li rojavayê bajarê Minbicê ye . 19ê Çileya 2022an de piştî komkirina agahiyan, Yekîneyên Antî Terorî girtin ser mala wî . Tevî bangên yekitiyê li terorîst ku xwe radest bike, lê terorîst gule berdan û bi Yekîneyên Antî Terorê re şer kir. Di encamê de terorîst hate kuştin.”

Her wiha hejmareke çek jî hatin bi dest xistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin