PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro di civîna xwe ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî ve, pirsgirêka embaran û veguheztina beşa xwareka mehane ya welatiyan gotûbêj dike.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê diyar kir, îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an, Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û di civînê de çend mijaran gotûbêj dike.
Hat ragihandin ku xala yekem a civînê wê ji bo pêşkêşkirina nêrîn û stratejiya Encûmena Giştî ya Xizmetguzariyê, derbarê birêxistinkirina karûbarê giştî de were dabînkirin.
Herwiha di xala duyemîn de, pêşniyara Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a ji bo sererastkirina xişteya hejmar (5) a biryara Encûmena Wezîran a taybet bi kirêdana navçeyên pîşesazî, tê pêşkêşkirin.
Di xala sêyem de jî raporta Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan tê pêşkêşkirin ku taybet e bi rewşa pêkhateyên netewî yên Tirkmen û Keldanî, Siryanî û Aşûrî û pêşniyara wan ji bo danîna rojekê di salnameya fermî ya Herêma Kurdistanê de wek boneyeke fermî bi navê (Roja Pêkvejiyanê).
Herî dawî xala çarem taybet e bi pêşkêşkirina raporta Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya derbarê kêşeya embaran û veguhestina xwareka mehane ya welatiyan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin