PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser silava Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di komcivîna partiya xwe de li ser mijarên rojevê axivî.
Ew helwesta Bahçelî bûye sedema karvedanan û li nava Tirkiyeyê wekî “pêngaveke nû ya çareseriyê” jî şîrovekirin.
"Pêwîstiya me bi lihevhatineke zêdetir heye" Recep Tayyîp Erdogan jî li ser vê mijarê axivî û got: “Em dixwazin di sala nû ya yasayî de axaftineke cuda di siyasetê de bibînin.
Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya me bi lihevhatineke zêdetir heye. Em ji bo miletê xwe ji diyalogê narevin.
Ez daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê birêz Bahçelî li ser navê biratiya 85 mîlyon mirovên me gelekî watedar dibînim. Ez hêvî dikim ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve jî baş were fêmkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin