PeyamaKurd - Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê êrişî sê gundên Efrînê yên di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kirin. Tê gotin ku di navbera herdu hêzan şerekî giran derketiye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, duhî çekdarên alîgirên Tirkiyê êrişî gundên Malikiye, Merenaz û Şewaxra yên navçeya Şera ya Efrînê, ku di destê şervanên YPGê de ne, kirine. Li gorî agahiyan, ji ber wê jî şerekî giran derket û ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyên nêzîkî YPGê dibêjin, êriş ji aliyê şervanan ve hatiye şikandin û herî kêm 7 çekdar hatine kuştin. Piştî ku wan êriş şikandine, artêşa Tirkiyê ew der dane ber topan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin