HDPê bang li muxalefetê kir: Bêdengî tê wateyê erêkirinê û hevkariyê

HDPê bang li muxalefetê kir: Bêdengî tê wateyê erêkirinê û hevkariyê

PeyamaKurd - Li ser biryara dûrxistina hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, Lijneya Bilind a Navendî (MYK) ya HDPê bi awayekî derasayî civiye. HDPê  bang li muxalefetê kir: Bêdengî tê wateyê erêkirinê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara Wezareta Navxweyî ya dûrxistina hevşaredaran weke ‘kotedayeke siyasî’ bi nav kir û bang li partiyên muxalefetê kir ku rêzê li îradeya gel bigirin û bertek nîşanî Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da.

‘KOTEDAYEKE SIYASÎ YE’

HDP ku li Amedê bi rêjeya sedî 63, li Mêrdînê bi rêjeya sedî 56 û li Wanê bi rêjeya sedî 53yan şaredarî qezenc kiribû ev daxuyanî da:

Hevşaredarên me bi hincetên derew û bêbingeh ji aliyê Wezîrate Navxweyî ve ji kar hatin dûrxistin. Ji aliyê din ve li dijî endam û encûmenên şaredartiyên me proseya desteserkirinê berdewam dike. Ev yek bi awayekî eşkere helwest û neyartiyeke li dijî îradeya gelê kurd e. Ev biryara wezaretê binpêkirina maf u azadiyan e û rê li ber provokasyonan vedike û bi awayekî eşkere derbeyeke siyasî ye.

‘MEŞRUÎYETA DEMOKRATÎK A VÊ DESTHILATÊ NEMAYE’

Wezareta navxweyî û desthilata siyasî, wekî di raportên Sayiştayê de jî xuya dike, bûye navenda dizî û gendeliyê.

Wezareta navxweyî û desthilat ji ber eşkerekirina diziyê û gendeliy û rezîltiyên qeyûman hezim nekir, lewra piştgiriya dide qeyûmên ku li herêmê ji leşker û burokrasiyê û pergala gendeliyê dermale dibin. Bi qasî sere derziyê meşruîyeta demokratîk a vê desthilatê nemaye.

Desthilata AKP-MHPê îradeya gel binpê kiriye û şaredariyên ku bi rêya sindoqan bidest nexistine bi hêz û tundiya dewletê, bi hîle û pîleyan xesb dikin. Gelê me dê bi tu awayî van kiryaran qebûl neke. Wekî berê dê xwedî li îradeya xwe û partiya xwe û hilbijartiyên xwe derkeve.

‘BI TENÊ NE PIRSGIRÊKA KURDAN E’

Em bang li hemû hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl û komeleyan dikin ku li hember van kiryarên desthilata siyasî derkevin ku îradeyê gel tune dihesibîne û xesb dike. Bikaranîn hemû rêyên rewa û meşrû hem mafekî destûrî û hem jî hiqûqî ye.

Bi tenê em dikarin bi têkoşîneke hevpar û biryardar biser bikevin. Ev tenê ne pirsgirêka Kurdan e, ev pirs pirsgirêkaa hemû hêzên demokratîk e. Banga me ew e ku bêdeng nemînin. Bêdengbûn tê wateyê erêkirin û hevkariyê van kiryaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin