PeyamaKurd-Hat ragihandin ku îro li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, avahiyên tûrîstîk ên welatiyan bi hinceta ku qaçax in, hatin hilweşandin. Hincet, bi daxuyaniya Şaredariya Mehabadê hat nîşandan ku ew avahî bêyî destûra şaredariyê hatine çêkirin.
Îro danê sibehê hat ragihandin ku li derdora bendava Mehabadê; xanî, vîla, xwaringeh û dikanên tûrîstîk ên welatiyan, bi hinceta ku qaçax in, hatine hilweşandin. Hat ragihandin ku tîmên Şaredariya Mehabadê, Hêzên Asayîşê û polîsan bi hev re ev avahî hilweşandine.
Ji aliyê welatiyan ve tê amajekirin ku ev ne cara yekemîn e Hikûmeta Îranê, qanûnan binpê dike û ziyanê li xelkê herêmê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin