PeyamaKurd- Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku piştevaniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Di daxuyaniya ku îro ji bo banga piştevaniyê hat dayîn de bang li partî û aliyên siyasî, kesayetî û rêxistinên sivîl hat kirin ku ji bo daxwazên rewa yên gelê Kurd, bên ragihandin. Bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku
“Piştî nêzîkahiya ku li dijî keça Kurd Jîna Emînî hatiye kirin û di encamê de di zîndana Îranê di bin êşkenceyê de şehîd bûye, em bang dikin ku bi her awayê guncav partî, kesayet û rêxistinên parçeyên din ên Kurdistanê, li rex Rojhilatê Kurdistanê rawestin.”
Piştî kuştina Jîna Emînî, hem di qada neteweyî hem jî di qada navneteweyî de gelek xwepêşandanên nerazîbûnê hatin nîşandan û daxuyanî hatin dayîn. Her wiha di xwepêşandanên li Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê jî 11 kes hatin kuştin û ji 500î zêdetir kes jî hatin ebinçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin