Trump: Biden ji bo namzediya serokatiyê ne guncaw bû

Trump: Biden ji bo namzediya serokatiyê ne guncaw bû

PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihand ku beriya hilbijartinên ku wê di 5ê Mijdarê de bên kirin, xwe ji namzediya serokatiy3e paşve kêşa ye, hevrikê wî Donald Trump yekem nirxandina xwe kir.

Namzedê serokatiya DYAyê yê Partiya Komarparêz Donald Trump rexneyên tund li Joe Biden kir û wî wek xerabtirîn Serokê DYAyê pênase kir.

Trump got: "Ew serokê herî xerab ê dîroka welatê me ye. Ew ê di dîroka welatê me de wekî serokê herî xerab ê DYAyê bê nasîn."

Donald Trump di derbarê destnîşankirina Joe Biden a namzediya serokatiya DYAyê ya Kamala Harrisa ku cîgira Biden e de jî axivî û got: "Wê têkbirina Cîgirê Serok Kamala Harrisê ji têkbirina Biden hêsantir be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin