PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya welatên erebî de, bi Welîehdê Abu Dabî, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Mîrnişînê û Serokê Encûmena Raperandina Mîrnişîna Abu Dabî Mihemed bin Zayed Al Nahyan re civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê hatine guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê kirine.
Di hevdîtina ku îro danê êvarê hatiye kirin de Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayed pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî, derfetên kar û webirhênanê di karta taybet a Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve ber bi tevahiya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re hatin guftûgo kirin.
Herwiha hat zanîn ku di hevdîtinê de, pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiyên serîhildana terorê û girîngiya hevahengiya navçeyê û navdewletî ji bo rûbirûbûna wê û çend pirsên din yên cihê girîngiya herdu aliyan hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin