PeyamaKurd – Tora Çalakvanên Efrînê, bîlançoya binpêkirin û kuştinkariyên 5 mehên destpêkê yên sala 2021ê yên çekdaran li Efrînê ragihand.
Li gorî dosyeya ku bi awayekî belgekirî hatiye amadekirin, di nav 5 mehên destpêka 2021ê de, çekdaran 12 kes li Efrînê revandine û zarok û jin jî bi îşkenceyê hatine kuştin.
Herwiha 6 kesên temen mezin hatine binçavkirin û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane.
Sazî û rêxistinên civakî yên Efrîn û Rojavayê Kurdistanê, doh 8ê Hezîranê careke din bang li Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kirin dawî li binpêkirinên komên çekdarên dagirkerên herêma Efrînê bê anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin