PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê vegerandina Rûsyayê bo Peymana Dexlê ya Derya Reş de axivî.
Borell li ser medya civakî (X/Twitter) ragihand: “Em neçarin Rûsyayê vegerînin Peymana Dexlê. Heger em bibin yekdeng em ê bikaribin Rûsyayê vegerînin Peymana Dexlê.”
Borell herwiha ji rojnameya Brîtanî The Guardian re jî gotarek nivîsandiye û gotiye, ji ber hilweşandina peymana dexlê, bihayê genim û garis li cîhanê ji nişkave zêde bûye û li aliyê din bender û depoyên zad ên Ukraynayê jî bûne hedefa êrîşên Rûsyayê.
Herwiha Borell destnîşan kiriye ku Rûsya xidayê bi qest wekî çek bikar tîne ku ev polîtîkayeke pêkenînî ye.
Borrell diyar kir ku ew dê piştevaniya hewldanên vegera peymanê yên Neteweyên Yekbûyê û Tirkiyeyê berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin