PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Îsraîlê piştî qebûlkirina pêşnûmeya qanûnî ya nakokbar, di dengdana pêşî ya li Meclîsê de xwepêşandanên protestoyî derketin.
Piştî ku hikûmeta Îsraîlê îşev di dengdana yekem a Meclîsê de pêşnûmeya li ser rêziknameya dadweriyê ya nakokbar qebûl kir, li bajarên wekî Til Avîv, Qudsa Rojava, Heyfa, Petah Tikva, Ramat Gan û Birussebî yên Îsraîlê, bi hezaran kes bi alayên Îsraîlê daketin kolanan.
Di agahiyên destpêkê de hat diyarkirin ku xwepêşandêran li gelek bajaran rê û kolanên sereke girtin û hat zanîn ku piştî destwerdana polîsan, 24 kes hatin desteserkirin.
Xwepêşandêran ji sendîkayan xwest ku greva giştî ragihînin
Di daxuyaniya nivîskî ya komên protestoyî de hat gotin ku "Em welatiyên Îsraîlê yên li dijî darbeya hikûmetê ne û em bang li mezintirîn rêxistina karkeran a li welêt Histadrut dikin ku dema hikûmet qanûnên dîktatorî derdixe, li ber xwe nede. Ev zerarê dide demokrasiye û dê zerarê bide mafên karkerên li Îsraîlê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin