Îsraîl bi fuzeyan li balafirgeha Helebê xist

Îsraîl bi fuzeyan li balafirgeha Helebê xist

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA yê; îro siet di 20.00 ê şevê de Îsraîlê bi fuzeyan li balafirgeha Helebê xistiye. Ajansê ragihandin ku di balafirgehê de xesar çêbûye.

Li bajarê Helebê hêzên aretêşa Sûriyê û baregehên grûbên bi ser Îranê ve, hene û hem ciyên grûban yên kontrolê hene. Di derbarê xesara maddî û dayîna canî de ti agahî heya niha nehat dayîn.

Rejîma Esed ragihandibû ku Îsraîl di 25 ê tebaxê de li Hamayê, di 14 ê tebaxê de li Tartûsê, di 22 ê tîrmehê de li Şamê xistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin