PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wê îro serdana Hewlêrê bike û bi rayedaran re bicive. Tê payîn ku Guterres piştre civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres ku do hat paytexta Iraqê Bexdayê, bal kişand ser wê yekê ku ji bo çareserkirina pirsekê divê aliyên Iraq û Herêma Kurdistanê li hev bicivin û got, ew ê roja Pêncşemê serdana Hewlêrê bike.
Guterres ku wê li Hewlêra paytext ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî ve bê pêşwazîkirin, wê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Parlamentoyê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.
Guterres wê piştre li ser têkiliyên xwe yên Bexda û Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku piştî şeş salan careke din serdana Iraqê kir, cara yekem dema di bihara 2017an de dest bi kar kir serdana Bexdayê kiribû.
Guterres do li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin pêk anîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin