PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Keşe Craig Brunson tweeteke tund weşand.
Trump di tweeta xwe de dev avête Tirkiyê û wiha got: Keşe Craig Brunson li Amerîkayê camêrekî pir baş e û pêşîvanekî Filehan e. Belesebeb li Tirkiyê tê darizandin û niha di bin zilmê de ye. Ez hêvî dikim ku wê destûra wî bidin ku here mala xwe. “Ji bo wî dibêjin sîxur e. Ez ji wî sixurtir im.”
Beriya niha jî Amerîkayê ji Tirkiyê xwestibû ku Keşe Craig Brunson serbest bihêlin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin