PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ragihand ku Ermenîstan ji bo aştiya bi Azerbaycanê re amade ye.
Piştî operasyona hêzên Azerbaycanê ya li Qerebaxê ku di nav 24 saetên dawî de bi encam bû, ji qada Ermenîstanê daxuyaniya ji bo aştiyê hat dayîn û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan diyar kir ku welatê wî ji bo aştiyê bi Azerbaycanê re amade ye.
Li aliyê din Gerînendehiya Ewlekariya Neteweyî ya Ermenîstanê 8 fermandarên payebilind bi hinceta ku bi koma "Xaçparêzên Welatparêz" re hevkarî kirine û hewila derbeyê dane desteser kirin.
Her wiha li aliyê din jî hat îdiakirin ku li Erîvanê hin kom hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin