“Bizava Azadiya Ahwaz” êrîs kir

“Bizava Azadiya Ahwaz” êrîs kir

PeyamaKurd-Li welatê Îranê, li rojavayê başûrê wê, li bajarê Ahwazê ku xelkê wê derê bêhtir Erebe, êrîşeka çekdarî hat kirin bo ser Navenda Kulturî ya Îmam Huseyîn. “Rêxistina Bizava Azadiya Ahwaz” di ser hesabê xwe yê înternetê de dîmenên erîşê belavkirin û êrîşê girtin ser xwe.

Li ser mijarê berpirsê Navenda Kulturî ya Îmam Huseyîn Hucetullîslam Muhammed Ka’bî ragihand ku di malperên rêxistinê de, do bi şev peyamên tehdîdî hatine belavkirin. Piştî belavkirinê bi çend sietan, êrîş hatiye kirin. Ka’bî weha got: ”Do bi şev siet di 12.20an de Navenda Kulturî ya Îmam Huseyîn bû hedef û bi gurahî êrîşê navendê kirin. Di bûyerê de kes nemir lê xesara maddî zahf zêde ye.”

“Rêxistina Bizava Azadiya Ahwaz” sala borî dema li seranserê Îranê xwepêşandanên protestoyî hatin kirin, bang li xelkê Ahwazê kiribû da li dijî dagirkeriya Farsan serî hilde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin