PeyamaKurd – Li navçeya Lice ya Diyarbekirê ji ber çêrandina pez şer derket û di encamê de welatiyê bi navê Veysî Savan can da.
Li gor zanyariyan, do di saetên şevê de li Taxa Xanakelê ya Lice ya Diyarbekirê ji ber çêrandina pez alozî derket û ev alozî veguherî şerê bi çekan. Hat zanîn ku di şer de kesê bi navê A.A. bi çekan êrîşî Veysî Savan kir û Savan li cihê bûyerê can da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha hat eşkerekirin, faîl A.A. reviyaye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin