PeyamaKurd - Li navçeya Wêranşar a Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên de şerê û pevçûna çekdarî derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 13 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên berdest, li Taxa Golbaşiya Wêranşarê ji ber sedemeke hêj nayê zanîn di navbera du koman de nîqaş derketiye û piştre bûyer vegeriye şer. Di bûyera ku tê de çek jî hatin bikaranîn de 14 welatî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin. Piştî mudaxeleyên destpêkê hinek ji birîndaran bo nexweşxaneyên Rihayê hatin şandin.
Tevî hemû mudaxeleyên bijîşkî birîndarekî bi navê Cela S. ku rewşa wî giran bû jiyana xwe ji dest da..
Polîsan li derdorê nexweşxaneyan bergiriyên ewlehiyê wergirtin û ji bo kesên tev li şer bûne jî xebat dan destpêkirin û derbarê bûyerê de lepirsîn û lêkolînên emnî û ewlekariyê didomiin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin