Hêzên Hafter 3 kestîvanên tirk desteser kirin

Hêzên Hafter 3 kestîvanên tirk desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzn Xelîfe Hafter ên Libyayê keştiyeke kargo ya Tirkiyê dan sekinandin û 3 keştîvanên tirk desteser kirin.

Hat ragihandin ku bûyer, li nav peravên Libyayê li rojhilatê Derneyê rû daye û hêzên deryavaniya Hafter ên Libyayê keştiya kargo ya tirk kişandine bendergeha El Hîlalê û 3 keştîvanên tirk jî desteser kirine.

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Libyayê Ahmed Mismarî beriya niha li ser rêkeftina navbera Tirkiye û hikûmeta demkî ya Libyayê û hevkariya leşkerî ya Tirkiyê ragihandibû ku ew dê bersiva Tirkiyê bidin û heta keştiyê wan jî noq bikin.

Hêzên General Xelîfe Hafter hewil didin Trablusê bistînin, lê Tirkiye jî piştgiriyê dide hikûmeta Fayiz es Serrac ku Erdogan gotibû ew dikarin hêzên jî bişînin Libyayê.

Parlamena Tirkiyê jî rêkeftina navbera hikûmeta Serrac û Erdogan de pesend kiribû ku rê li ber şandina hêzê jî vedike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin