Bi mûsekan êrîsî bazara sûtemeniyê ya li Cerablusê kirin

Bi mûsekan êrîsî bazara sûtemeniyê ya li Cerablusê kirin

PeyamaKurd – Şeva borî, bi mûşekan êrîşî bazara sûtemeniyê li gundê el-Kosa li başûrê bajarê Cerablusê ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîş bi rokêtan hat encamdan û bû sedema teqîn û şewatên mezin.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn, di encama êrîşê de, ji bilî zerar û ziyanên maddî yên pir mezin, 5 kes hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên nêzîk ji opozisyona Sûriyê diyar kirin, tê texmînkirin hêzên Rûsî ji binkeya Himêmîmê bi rokêtên dûravêj ew bazar û rafînerên sûtemeniyê kiribûn armanc.

Li heta niha tu aliyekî daxuyaniyên fermî di derbarê vê êrîşê de nedane û tu kesî berpirsiyariya êrîşê nedaye ser xwe. Bajarê Cerablusê niha di bin destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin