PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bor firtoneyê û barîna berfê li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, rêya zêdetirî 150 niştîngehan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.
Li gorî zanyariyên Îdareya Taybet a Parêzgariya Colemêrgê dane, navenda bajêr û navçeya Geverê jî di nav de, rêyên 45 gund û 110 mezreyan ji ber firtone, berf û rewşa xirab a hewayê ji çûnûhatinê re hatine girtin.
Hat diyarkirin ku tîmên têkoşîna berfê ji bo vekirina wan rêyan dixebitin û tîmên şaredariyan jî xebatên paqijkirina berfê li navendên bajar, tax û kolanan dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin