YE, li ser rewsa xeternak a enerjiya Ewropayê dicive

YE, li ser rewsa xeternak a enerjiya Ewropayê dicive

PeyamaKurd- Ji ber qeyrana enerjiyê ku li enerjiya Ewropayê ber bi qedandinê ve çûye, rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku li ser mijarê civînek bike. Hat ragihandin ku dê civîn 2 rojan dewam bike.

Lûtkeya Rêberan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku dê di navbera 21 û 22yê Cotmehê de li Brukselê bicivin, hat ragihandin ku dê li ser mijara enerjiya Ewropayê dan û stendin bên kirin û dibe ku biryarên girîng bên girtin.

Li gorî ahagiyên hatin ragihandin, rayedarên YEyê dem bi dem li ser vê mijara enerjiyê ku dibe sedema qeyraneke mezin, di nav dan û stendinan de ne. Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku dê serokên dewlet an hikûmetên 27 welatên endamên YEyê tevlî vê civînê bibin.

Hat zanîn ku Serokê Civata YEyê Charles Michel serokatiya civînê dike û dê Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî tevlî civînê bibe. Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku dê mijara Ukraynayê jî bê nirxandin û dê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya vîdeo-konferansê tevlî civînê bibe.

Di civîna ku dê rojeva sereke qeyrana enerjiyê û dîtina rêyên çareseriyê be, hat zanîn ku dê piştgiriyên ji bo Ukraynayê jî bên nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin