PeyamaKurd - Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje: “Wan wek îdareya Şingalê ji Hikûmeta Iraqê re gotiye ku ewê bi merc vegerin Şingalê, ku PKK û Heşda Şeibî Şingalê derkevin û riyên Şingalê ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û koçber vegerin ser malê xwe û bajar bê avedankirin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxwaz hatiye kirin ku îdareya şeriî ya Şingalê vegere ser karê xwe, me jî çend merc ji bo vegera xwe danîne, wek derketina Heşda Şeibî û PKKê ji Şingalê û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî ewlehiya Şingalê biparêzin. Eger ew yek pêk neyê em naçin bi deselata Heşda Şeibî û PKKê.”
Xelîl wiha got: “Me daxwaz jî kiriye ku riyên Şingalê ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û navçe bê avedankirin û koçber vegerin ser mal û halê xwe, ji ber ku nabe navçeya me her wêran be û xelk jî her koçber bin.”
Qeymeqamê Şingalê wiha domand: “Hêj em li hêviya derketina PKKê ne, ji ber ku behsa derketina hêzên biyanî tê kirin lê hêj hêz li Şingalê mane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin