Amerîka wê destekê bide Tirkiyê û NY da peymana koridora dexlê dirêj bikin

Amerîka wê destekê bide Tirkiyê û NY da peymana koridora dexlê dirêj bikin

PeyamaKurd – Koordînatorê stratejîk yê ewlehiya Koşka Sipî yê Amerîkayê John Kirby, di derbarê dirêjkirina peymana korîdora dexelê ya bi Rûsya re got ku wê destekê bidin hewlên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û Neteweyên Yekgirtî. Kirby got ku Rûsya îşareta nedirêjkirina peymana dexlê dide, tişteka baş nîne, hêvî dike ku Rûsya peymanê dirêj bike û wê xebatên Erdoğan û UN ê destek bike.

Peyman dexlê, di 18 ê tîrmehê de diqede û Rûsya gotibû wê wexta peymanê dirêj nekin, li ser mijara dexlê Kirby got:

“Temamê dinyayê ji peymana dexlê fêde dît. Bi sedema Erdoğan serpereştiya vê peymanê kiriye, em minnetdarê Erdoğan û Neteweyên Yekgirtî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin