Serok Barzanî: Ji bo Rojava em bi çend aliyan re di têkiliyê de ne

Serok Barzanî: Ji bo Rojava em bi çend aliyan re di têkiliyê de ne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ragihand, bo dîtina çareyekê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bi çend aliyan re di nav pêwendiyê de ye.

Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, ku ji ber gef û êrişên Tirkiyê tengav bûye, li ser Twîttera xwe peyamek bi zimanê înglîzî belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nîgeraniya xwe li hember rewşa kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê aniye ziman û ragihandiye, bo dîtina çareyekê ji wê rewşê re bi çend aliyan re di pêwendiyê de ye.

Serok Barzanî agahiyên zêde li ser wan aliyan nedaye.

Hêjayî bibîrxistinê ey ku Serok Barzanî duhî di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergey Lavro de jî nîgeraniya xwe li ser rewşa Rojava anîbû ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin