PeyamaKurd - Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir, ew nûçeyên ku di derbarê berpirsên Amerîkî li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê li Qendîlê civiyane, dûrî rastiyê ye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê do ragiihand, ‘‘Rastiya vê îdîayê tuneye û civînek berpisrên Amerîkî û PKKê de pêk nehatiye.’’ Herwiha çavkaniyek ji leşkerên Amerîkayê jî da zanîn: ‘’Tu civîn di navbera wan de pêk nehatiye nehatiye û ev çîrokek bi temamî derew e.’’
Çend roj bere di çapemeniya Herêma Kurdistanê û navçeyê behs dihate kirin ku şandeyekî Amerîkayê bi çend wesayîtan ve ku balafirên şer ên Amerîkayê ew diparastin, ber bi Qendîlê ve çûne û li wê deverê li gel endamên PKKê civiyane.
Heta niha tu rayedarekî Herêma Kurdistanê û PKKê ew gotegot piştrast nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin