PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku piştî êrîşa leşkerên rejîmê bo ser leşkerên Tirkan, gelek ciyên leşkerên rejîmê kirine armanc û 76 leşkerên rejîma Sûriyê kuştine. Akar di beyana xwe de weha got:
“Duhî siet di 16.13 an de, bi teyîd siet di 22.27an de hevalên me yên pêwendîdar, xebatkarê aliyê Rûsyayê yê pêwendîdar agahdar kirin. Tevî van dayîn û sietdinan, agahiyan û tedbîran, hêzên rejîmê siet li dora 01.13an de li hêzên me xistine. Me hemû tedbîran sitendiye û hêjî tên sitendin. Artêşa Tirkiyê di vê mijarê de tiştên pêwsit yên ku dikeve ser milên wan bi temamî dikin. Li 54 hedefên rejîmê xistine û li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên cuda bidest xistiye, heya niha 76 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dane.”
Tirkiyê li Idlibê li ser mijara ku leşkerên rejîmê êrîşê ser leşkerên Tirkiyê kişrin û di encamê de 6 leşker hatin kuştin, van êrîşan birin ser leşkerên rejîmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin