PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey ragihand ku ji bo hikûmet Sûriyê ji vê kirîza heyî derkeve, Amerîka daxwazek pêşkêşî serokê wî welatî Beşar Esed kiriye, bê ku wê daxwazê eşkere bike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey li Waşintonê ligel revenda Sûrî civiya û di civînê de ragihand, ku êdî Beşar Esed nikare Sûriyê birêve bibe.
James Jeffrey anî ziman ku Esed ji aliyî aborî jî derbasî kirîzeke mezin bûye û niha nikare pareyan spî bike, lewma eger gelê wî jêre girîng e, divê daxwaza Amerîkayê erê bike.
Jeffrey diyar kir ku ew dixwazin bi rêya proseyeke siyasî rêjîma niha ya Sûriyê biguherin û got, niha Iran û Rûsya jî nikarin alîkariya Esed bikin ji ber ku yasaya Qeyser bi temamî rê li ber wan digire û dê Esed ji aliyê aborî ve bi temamî were dorpêçkirin.
Yasaya Qeyser ya cezakirina Hikûmeta Sûriyê, dê 17ê vê mehê were bicîkirin û li gor wê yasayê nabe ti welat û kompanî û kesayetî danûstandinê bi hikûmeta Sûriyê re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin