Belgeyên têkiliya DAIS û Tirkiyê hatin wesandin

Belgeyên têkiliya DAIS û Tirkiyê hatin wesandin

PeyamaKurd – Ajansa ANHAyê belgeyên DAIŞê yên bi ser Tirkiyê de çûna Ewropayê weşand.

Belgeyên hatine weşandin, li ser mijara, şandina ewropa ya yekîneyên ewlekariyê (terorîstên DAIŞê) ne ku bi fermana rêxistinê bi ser Tirkiye de ji bo planên êrîşan têne şandin.

Di fermana bi navê rêveberiya DAIŞê ya wîlayeta El-Xêr (Dêrazor) bo terorîstên DAIŞê hatiye şandin de, tê gotin ku bi fermana Bexdadî, Muhammed Alî bişînin Tirkiyê û bi rêya birayên me yên Tirk jî bişînin Almanya da ku li gorî fermana hatiye dayîn xebatan bike.

Di belgeyeke din de ya bi heman naverokê ya dîroka 3yê Kanûna 2015an jî terorîstê bi navê Alî Hemud El Îsa dîsa bi fermaneke bi vî awayî bi ser Tirkiye de bo Ewropa tê şandin.

Beriya niha jî çekdarên DAIŞê yên li cem HSDê girtî ne, gelek agahiyên derbarê têkiliyên xwe û Tirkiyê dabûn û bi taybet jî bal kişandibûn ser pêwendiyên ligel îstixbarata Tirkiyê (MİT).

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin