Li Silêmaniyê otomobêlek teqiya

Li Silêmaniyê otomobêlek teqiya

PeyamaKurd - Li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê otomobêlek teqiya.

Hate ragihandin ku di teqîna li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê rû daye 2 kes birîndar bûne.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku tîmên wan gihîştine cihê teqînê û dest bi lêkolînan kirine, lê belê heta niha sedema teqînê nehatiye diyarkirin.

Li gorî agahiyên ku Asayîşê dane, teqînê îro derdora saet 11:30î rû daye.

Asayîşê diyar kir ku ajokarê otomobêlê û kesekî din ê di otomobêlê de bi giranî birîndar bûne.  

Ji aliyê din ve Berdevkê Polêsê Silêmaniyê Serkewt Ahmed jî da zanîn ku ji ber agir bi depoya otomobêlê ya tije benzîn ketiye otomobêl teqiyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin