PeyamaKurd – Hevşaredara bajarokê Agiriyê Diyadînê Betul Yaşar, piştî erka wê ji deste wê hat derxistin, li şûna wê qeyûm hat tayinkirin û niha jî biryara girtina wê ji aliyê dozgeha Tirkiyê hatiye dayîn.
Li gor agahiyan, do piştî ku serê sibehê polîsên Tirkiyê girtin ser mala Hevşaredara Diyadînê Betul Yaşar, ew desteserkirin û bi saetan îfade kirin pêv, ew şandin dozgeriyê.
Herwiha dû îfada xwe ya li dozgeriyê, bi biryara girtinê wê dişînin Dadgeriya Nobedar a Aşitiyê pêv, tê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin