28 sal berê gelê Kurd yekem parlamentoya xwe hilbijart

28 sal berê gelê Kurd yekem parlamentoya xwe hilbijart

PeyamaKurd – Ji bo Parlamentoya Herêma Kurdistanê 28 sal berê 19ê Gulana 1992yan yekemîn hilbijartin hat kirin. Ev hilbijartin di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de yekem pêngava demokrasiyê bû ku gelê Kurd li ser beşeke erda welatê xwe bi hilbijartinan nûnerên xwe hilbijartin.

Sala 1992yan Enîya Kurdistanê ya Iraqê biryar da ku hikûmetekê û meclîseke herêmî ava bikin. Roja 19ê Gulana 1992yan jî hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê hatin encamdan. 9 partiyan beşdarî li hibijartinê kir û bi qasî milyonek welatiyên Kurdistanê ku pêkhateyên olî û netewî jî di nav de bûn, çûn ser sindoqên hilbijartinê.

Di yekemîn hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de PDKê 50 kursî, YNKê 50 kursî û partiya Asûriyan Tevgera Demokratîk 4 kursî û Partiya Yekîtiya Xristiyan jî kursiyek standin.

Piştî yekem hilbijartina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê bi 5 mehan jî Parlamentoya Kurdistanê 4ê Cotmeha 1992yan Kurdistana Federal îlan kir.

Partiyên ku beşdarî yekem hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bûne ev in:

  • PDK: Serokê wê Mesûd Barzanî
  • YNK: Serokê wê Celal Telebanî
  • Partî Gelî Dimukratî Kurdistan: Serokê wê Samî Ebdulrehman
  • Hizbi Sosyalîstî Kurdistan-Iraq: Serokê wê Resul Mamend
  • Partî Sosyalîstî Kurdistan(PASOK): Serokê wê Ebdula Agirîn
  • Bizutnewey Îslamî Kurdistan: Serokê wê Şêx Usman Ebdezîz
  • Partî Komûnîstî Iraq-Herêmî Kurdistan: Serokê wê Eziz Mihemed
  • Tevgera Demokratîk ya Aşûriyan: Serokê wê Younadim Yusuf
  • Hizbi Zehmetkêşanî Kurdistan: Serokê wê Qadir Ezîz

Di hilbijartina yekem de ji ber ku benda 7%ê dengan hebû beşek ji partiyên Kurdistanê neketin parlamentoyê.

Niha di Parlamentoya Kurdistanê de; 111 kursî hene ku 11 kursî ji bo pêkhateyên Turkmen, Kildan, Suryan, Aşûrî û Ermenan hatine terxankirin. Herwiha pêkhateyên Kurdistanê ji bilî wan 11 kursiyên misogerkirî jî dikarin di hilbijartinan parlamenteran bidest bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin