PeyamaKurd- Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku Hîzbûllah a Beyrûdê an ku Lubnanê li Dêrezorê li navçeya Ebû Kemalê noqteyên xwe yên leşkerî teslîmê hêzên rejîma Sûriyê kiriye. Ciyê ku Hîzbûllahê dewrê Sûriyê kiriye, rejîma Sûriyê 30 alavên bi desteka leşkerî tije şandiye şûna wan.
Dêrezor heya sala 2017an ketibû destê DEAŞê û paşî ji destê wan derketibû. Li Dêrzorê bi hêzên rejîmê re mîlîsên Şî’a yên Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê, ciyên di destên wan de bû diparastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin