PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî îro ragihand ku ji bo hilandina tola kuştina Fermandarê Feyleqa Quds Qasim Suleymanî, 13 senaryo li ber destê Îranê hene.
Elî Şemxanî got, ji bo tolhildana xwîna Suleymanî, 13 senaryoyên bersivdana Amerîka li ber destê Îranê ne û destnîşan kir, senaryoya herî piçûk jî dê ji Amerîka re (xewnreşk) kabûs be.
Şemxanî da zanîn, wê tolhildana Tehranê ji bo kuştina Suleymanî, ne bi êrîşeke carekê û diyarkirî be û wiha got:
“Hemû binkeyên Amerîka li navçeyê di bin çavdêriya me de ne. Em dizanin jî ew di amadebaşiyê de ne. Lê Amerîka dizane ku em dikarin wan bi moşekên xwe yên menzîl navîn û dûravêj wan armanc bigirin.”
Wî di berdewamê de diyar kir, “19 binkeyên Amerîkî hene, ji wan 11 navendên fermandariyê ne li navçeyê û ji sînorên me yê rojava û rojhilat ve ne dûr in, ligel wê jî 8 binkeyên Amerîkî li bakur û başûrê Îranê ne.”
Şemxanî wiha pê de çû: “Bersiva me li ser kuştina Suleymanî dê li dijî hêzên Amerîkî yên li navçeyê be… Heger wan xwest di binkeyên xwe de bimînin, emê li hêz û binkeyên Amerîkî bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin