Rûsya li hember toleyên dewletên rojava pistgiriyê dide Belarûsê

Rûsya li hember toleyên dewletên rojava pistgiriyê dide Belarûsê

PeyamaKurd – Rûsya li hember toleyên dewletên rojava, piştgiriyê dide Belarûsê.

Li gor Kremlînê diyar kir, Serokê Rûsya Vladimir Putin ferman daye ku Moskow bi piştgiriya ji bo Belarûsê, toleyên welatên rojava pûç bike.

Welatên rojava, ji ber zextên li ser sîyasetvanên opozîsyona Belarûsê dijî wî welatî tole ragihandibûn.

Serokê Belarûsê Alexandar Lukashenko, ji bo civîna bi Putin re roja Sêşemê çûbû Rûsya.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov destnîşan kir, di rojeva wan de li dijî toleyan piştgiriya Rûsya heye û ew xebatên ser wê mijarê didomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin