Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Rûsî Maksîm Maksîmov kir

Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Rûsî Maksîm Maksîmov kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Nîsanê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov kir ku ji bo xatirxwestinê serdana Kurdistanê kir.

Piştî civînê hat ragihandin, Balyozê Rûsya yê li Iraqê ku ji ber helkefta dawî hatina erkên xwe û mebesta malavayî yê serdana Serok Barzanî kiribû û ji bo wê hemahengî û karê hevbeşa ku li navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê da heye spasî Serok Barzanî kir.

Balyozê rûsî ragihand ku peywendiyên her du aliyan bingeheke xwe ya bi hêz heye û derfeteke baş ji bo berfirehtirkirina peywendiyan di warên cuda cuda de heye.

Serok Barzanî spasîya Balyozê Rûsya yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Guftûgo û danûstandina bîr û ramanên li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê mijareke din a vê civînê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin