Kazimî derbarê boykota hilbijartinê ya Sedr de daxuyanî da

Kazimî derbarê boykota hilbijartinê ya Sedr de daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê banga boykota hilbijartinên Iraqê yên 10ê Cotmehê de ku ji aliyê Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ve hat kirin daxuyanî da.

Kazimî diyar kir ku Tevgera Sedr beşeke girîng a civakê ye nabe beşdariyê li hilbijartinan neke.

Kazimî di parvekirina xwe ya ser medya civakî de got, pêwîstiya Iraqê bi hevkariyê heye û diyar kir, “Gel û aliyê siyasî wê bi reqabeteke bi rûmet bêyî îsrafkirinê beşdarî hilbijartinan bibin. Divê em bihêlin ku hilbijartin bi awayekî azad û dadwerane pêk werin. Berpirsiyareke girîng bo parastina Iraqê li ser milê me ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin