PeyamaKurd – Berpirsekî di NATOyê de ku navê xwe eşkere nekiriye ragihand ku ji dema ku Talîbanê paytexta Afganistan Kabul kontrol kiriye ve heta niha 18 hezar kes ji bajar hatine derxistin.
Rayedarê NATOyê daye zanîn ku ew ê hewilên derxistinê mirovan zêdetir bikin û gotiye, bi hezaran Afganîyên bê hêvî ku dixwazin ji welêt birevin hîn jî li balafirgehê dicivin.
Herwiha li gorî çavkaniyê xwecîhî radigihînin, Talîban nahêle kesên bê vîze yan belgeyên rêwîtîyê yên qanûnî bi wan re nebin, xwe bigihînin Balafirgeha Kabulê.
Li aliyê din Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê Koşka Spî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî di hevpeyvîna NBC News de gotiye, Amerîka di pêyvajoya derxistinê de gelek hişyar e ku komên wek DAIŞê jî dikarin êrîşeke terorîstî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin