PeyamaKurd – Dezgeha hilbijartinan ya PDKê, bi 28 giliyan daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê kir, sedema cudahiya navbera encamên wan û encamên komîsyonê de eşkere bikin kir.
Berpirsê Beşa Yasayî li Dezgeha Hilbijartinan ya PDKê Hawar Mihemed da zanîn, em ê îro 28 giliyan li Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê tomar bikin li ser encamên hilbijartinan. Beşek ji wan giliyan li ser encamên hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê ye. Ew dengên ku me li wê deverê bi dest xistiye, bi encamên ku komîsyonê ragihandiye, re ferq dike. Ji ber wê jî em dixwazin sedema vê yekê bizanin.
Hawar Mihemed herwiha eşkere kir, em ê li parêzgehên Kerkûk, Helebce û Neynewa jî gilî bikin.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, eger giliyên wan bên qebûlkirin, wê hejmara kursiyan wan zêde bibin.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên Iraqê, PDKê 32 kursiyên Parlamentoya Iraqê misoger kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin