PeyamaKurd – YPGê li Efrînê li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) êrişek pêk anî. Di wê êrîşê de 7 leşkerên tirk birîndar bûn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Azezê ya Efrînê li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) êrişek pêk anî. Di wê êrîşê de 4 leşkerên tirk û 3 endamên ASAyê birîndar bûn.
Piştî êrişê rêya otombêlan a Azezê bo trafîkê hat girtin û şer û pevçûn derketin.
Piştî êrişê, artêşa Tirkiyê li Beylûna Şehbayê, gundên Eyn Deqneyê û girê Til Rifetê topbaran kir.
Çavkaniyên nêzîkî YPG êşkere kirin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin