Pompeo bo Tirkiyê: Li pist her gotina xwe me...

Pompeo bo Tirkiyê: Li pist her gotina xwe me...

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser daxuyaniya xwe ya ku metirsiyên xwe yên bo kirîna S-400an û êrîşeke ser Kurdên Sûriyê anîbû ziman û hemkarê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu ev daxuyanî red kiribû, axivî û got, ‘Ez li pişt her gotina xwe me’.

Pompeo di civîna rojnamevanî ya 70 saliya NATOyê de diyar kir ku pozîsyona Amerîkayê derbarê kirîna S-400an de û metirsiyên bo êrîşeke ser Sûriyê de neguheriye û got, “Min şîroveyên hemkarê xwe (Çavuşoglu) dîtin. Min daxuyanî dubare xwend. Hemû rast e. Li pişt her gotinekê me.”

Pompeo herwiha da zanîn ku hin derfetên bi Tirkiyê re kar bikin hene û wiha pê de çû: “Doh bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re hevdîtineke me ya dirêj çêbû. Piştrast im ku em dê rêyekê bibînin. Danûstdandinên bo S-400an digel Tirkiyê berdewam dikin.”

Pompeo piştî hevdîtina bi Mevlut Çavuşoglu re doh bi daxuyaniyeke nivîskî metirsiyên bo kirîna S-400an ji Rûsyayê û girtiyên Amerîkî yên li Tirkiyê anîbû ziman û li ser Sûriyê jî gotibû, “Heger Tirkiye li bakurê rojhilatê Sûriyê bikeve nav tevgereke yekalî ya leşkerî, dê encamên wê ruxîner bin.”

Tirkiyê jî ev daxuyanî red kiribû û gotibû, daxuyaniya nivîskî ne li gorî naveroka hevdîtinê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin